Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YPG’ê malbatên DAIŞ’iyên Rûs radestî Rûsyayê kir

Dîmen

QAMIŞLO – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh li bajarê Qamişloyê, hejmarek ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên Rûs, radestî fermandarên leşkerî yên Rûsyayê kir.QAMISLO-YPG-MALBATEN-CETEYAN-RADESTKRIN1 (2)

Di nava van malbatan de 13 jin û 29 zarokên Rûs hebûn. Ji bo radestiya van malbatan, duh li bajarê Qamişlo bi amadebûna Generalê Rûsî Alexander Kim û Cîgirê Serokê Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Rûsipiyan a Rûsyayê Dr. Ziyad Sebsebî û Hevserokê Desteya Karê Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer, her wiha Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Di vê civînê de Nûrî Mehmûd axivî û got: “Wekî YPG û QSD’ê li ser bingehên parastina mafên mirovan û zagonên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk me bi van malbatan re danûstandin kir û tevahiya cîhanê jî şahidê vê yekê ye.”

Nûrî Mehmûd diyar kir ku 13 jin û 29 zarokên ku li gel wan in, wê bi îmzekirina YPG û  Generalê Rûsî Alexander Kim, bi awayekî fermî radestî hikûmeta Rûsyayê werin kirin.QAMISLO-YPG-MALBATEN-CETEYAN-RADESTKRIN1 (4)

Piştre Nûrî Mehmûd û Alexander Kim li ser hevpeymana radestiya van malbatên Rûs îmze kirin.

Hevserokê Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer jî axivî û girîngiya têkiliyên di navber Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hikûmeta Rûsyayê de, nirxand.

Umer bal kişand ser helwesta erênî ya Rûsyayê derbarê beşdariya Kurdan û hemû pêkhateyên siyasî û netewî di qonaxa çareseriya aloziya Sûriyeyê de.

Umer da zanîn ku van malbatan bi xwe xwestin ku vegerin welatê xwe û wan tu şêwazê zextê li wan nekiriye ku xwe radestî hikûmeta Rûsyayê bibin.QAMISLO-YPG-MALBATEN-CETEYAN-RADESTKRIN1 (1)

Piştre Cîgirê Serokê Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Rûsipiyan a Rûsyayê Ziyad Sebsebî, ji ber helwesta mirovperwerî ya Yekîneyên Parastina Gel û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, spasiyên xwe pêşkêş kir. Sebsebî destnîşan kir ku ev helwesta hanê rihê hevbexşandinê diyar dike.

Ziyad Sebsebî got ku divê ew danûstandinên xwe li gel partî û hêzên Kurdî yên demokratîk dewam bikin û bal kişand ku kesîn wê ji bo hemû pirsgirêkan, lihevkirin û çareserî hebe.

Sebsebî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em hêvî dikin ku têkiliyên me tenê di warê teslîmkirina kesên dîlgirtî de nemîne û di aliyê çandî, civakî û aborî de jî têkiliyên me xurt bibin. Ev însiyatîfa hanê ji Serokê Şîşanê destpê kir û piştre Rûsya xwedî lê derket û bi hemû hêza xwe ya rêveberî û leşkerî sponseriya vê însiyatîfê kir.”

Piştî ku civîna çapemeniyê qediya, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi awayekî fermî malbatên Rûs radestî Rûsya kir da ku vegerin welatê xwe.

(he)

ANHA