Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YPG`ê nasnameya 3`yê şehîdên Bagera Cizîrê raghand

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 3`yê şervanên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de, şehîd bibûn eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3`yê şehîdên Bagera Cizîrê, eşkere kirin.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hate weşandin wiha ye:

“Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina bakûrê  bajarê Dêrazorê, bi tevlîbûneke xurt a Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê û bi pêşengtiya YPG û YPJ`ê didome.

Di encama şerê pirr giran de heya niha qadeke pir berfireh ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Her wiha ji bo astengkirina pêşdeçûna şervanan, çeteyên DAIŞ`ê hewl didin ku bi êrîş û xefkên mayinan derb li şervanan bidin. Di navbera dîrokên 8-11`ê Mijdarê de li vê derê 3 hevalên me, dema bi erka xwe radibûn gihîştin şehadetê.

Em weke YPG û YPJ`ê di serî de ji malbata wan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya şopandina rêya wan careke din dûbare dikin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Danyal Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Danyal Serêkaniyê

Navê Rast: Hanî Mihemed

Navê Dayîkê: Cemîla

Navê Bav: Îsmaîl

Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkaniyê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 11 Mijdar 2017 – Dêrazorê

————————

Yilmaz Serhed

Nav û Paşnav: Yilmaz Serhed

Navê Rast: Firat Şenol

Navê Dayîkê: Zeliha

Navê Bav: Îsmaîl

Cihê ji Dayîkbûnê: Stenbol

Cîh û Dîroka Şehadetê: 11 Mijdar 2017 – Dêrazorê

——————–

Mistefa Hesekê

Nav û Paşnav: Mustefa Hesekê

Navê Rast: Elî Ebdo

Navê Dayîkê: Zehra

Navê Bav: Ehmed

Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 8 Mijdar 2017 – Dêrazorê.”

(kc)