Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YPG`ê nasnameya 3`yê şehîdên  şoreşê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çepemeniyê ya YPG`ê nasnameya 3`yê şervanên ku li herêmên cûda de şehîd bibûn, eşkere kir.

Navenda Raghandina YPG`ê bi daxuyaniyeke  nivîskî ku li ser  malpera xwe ya fermî weşand,  nasnameya 3`yê şehîdan eşkere, kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Pêşketina hêzên QSD`ê bi pêşengtiya şervanên YPG û YPJ`ê li Reqa û bakurê Dêrazorê bê seknandin dewam dike. Tevî ku li seranserî sînorê Rojava artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê hewl didin bi êrişên xwe operasyonên şervanan reş bikin jî, Bakurê Sûriyê bi van pêngavan gihiştiyê ewlehiyê.

Li Reqayê welatiyên bajar ku ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatine girtin bê navber tên rizgarkirin û çete jî rojên xwe yê dawî jiyan dikin. Li Dêrazorê jî gund û nuqteyên stratejîk pey hev tên paqijkirin û pêşveçûna şervanan li Bakurê çemê Firat û ber bi sînorê Îraqê didome.

Di Pêngava Bagera Cizîrê hevalê me Aras Kobanê ku ji pêkhateya Ereb e, di çalakiyên ku di 8’ê Cotmehê de hatine meşandin, bi qehremanî li ber xwe daye û gihiştiyê şehadetê.

Herwiha du hevrêyên me bi nasnavên Cûdî Ararat û Ferîd Efrîn di encama qezayên cûda de jiyana xwe ji dest dane û tevlî cangoriyên azadiyê bûne.

Weke YPG û YPJ`ê, serî de ji malbata van şehîdan, ji tevahî gelên xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û carek din soza xwe dûbare dikin ku şopdarê rêya şehîdan bin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Aras Kobanê

Nav û Paşnav: Aras Kobanê

Navê Rast: Ehmed Sad Muxelif

Navê Dayîkê: Fedîle

Navê Bav: Sad

Cihê ji Dayîkbûnê: Til Hemîs

Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Dêrazorê

——————–

Cûdî Ararat

Nav û Paşnav: Cûdî Ararat

Navê Rast: Mehmûd Cemîl

Navê Dayîkê: Fexriya

Navê Bav: Filzor

Cihê ji Dayîkbûnê: Tirbespiyê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 08-10-2017 Tirbespiyê

——————

Ferîd Efrîn

Nav û Paşnav: Ferîd Efrîn

Navê Rast: Cîger Hesen

Navê Dayîkê: Esmahan

Navê Bav: Mistefa

Cihê ji Dayîkbûnê: Mabeta Araba

Cîh û Dîroka Şehadetê: 09-10-2017 Meranaz.”

(kc)