Têkilî | Derheqê me de

YPG/YPJ`ê bersiv dan topbarana artêşa Tirk a dagirker

Dîmen

 

 EFRÎN – Şervanên  YPG û YPJ`ê yekser bersiva topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Efrînê dan.

Şeva din gundên Qere Baba, Pirê Heşarkê û Firfirikê yên herêma Reco ya kantona Efrînê ku li ser sînorin, rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker hatin.

Şervanên YPG û YPJ`ê jî yekser bersiv dan cihên ku  top jê dihatin avêtin. Lê derbarê encamên şer de tu zanyarî nehatin bidestxistin.

(rr)

ANHA