Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YPJ: Gelên Rojhilata Navîn li hemberî dehaqan Kawayên nûjen diafirînin

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YPJ`ê da zanîn ku di Rojhilata Navîn de li hemberî  pergala desthildar û faşîst gelên heremê êdî serî rakirine û li hemberî dehaqan Kawayên nûjen diafirînin”.

Fermandariya YPJ`ê bi wesîleya cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî  weşand.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

“Pergala desthilatdar û faşîst, li her qadê kiryarên li dijî mirovahiyê dike. Di Rojhilata Navîn de li hember vê pergalê gelên heremê êdî serî rakirine û li hember dehaqan Kawayên nûjen diafirînin. Wek ku li zindana Amedê li hember dagirkerî, teslîmîyet û koledarîyê Kawayê hemdem Mazlûm Doxan, agirê newrozê pêxist û bû pêşengê berxwedaniyê. Agirê Newrozê di bedena Rahşan, Ronahî , Bêrîvan, Sema Yuce û  Evrim Demîr de gûr bû.

Geşbûna agirê bedena wan, îro li Rojavayê Kurdistanê di berxwedaniya Arînan, Silavan, Warşînan de geştir dibe û wê biharên azadî bi xwe re bîne. Wek YPJ`ê, em Newroza 2017’an despêkê li Rêber APO pîroz dikin. Hemû şehîdên Newrozê bibîr tînin, soza berdewamkirina têkoşîna wan didin”.

(kc)