Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YPJ`ê 3 jinên Êzidî dewrî Desteya Jin kir

Dîmen

QAMIŞLO- Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 3 jinên êzidî yên ku di Hemleya Xezeba Firatê de hatine rizgar kirin bi amadebûna şandeyek ji mala Êzidiyan dewrî Desteya Jin a kantona Cizîrê kir.

Di hemleya Xezeba Firatê de 3 jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah, Hevserokê Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê Ilyas Sîdo, endamê Komîteya Lihevanîne ya Yekîtiya Êzidiyan a kantona Efrînê Şêx Qenber, Endamê Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê Celal Cindo û Rêveberiya Buroya Jin a Mala Êzidiyan Lava Cindo her 3 jinên Êzidî Selîme Sîdo ya 27 salî, Nîdal Alî ya 20 salî û Bêrîvan Ferman a 9 salî jî bi xwe re anîn Desteya Jin a kantona Cizîrê.

Seroka Desteya Jin a kantona Cizîrê Emîne Omer xêrhatine şandeyê kir û cejna Çarşema Sor li wan pîroz kir.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah ji ANHA`ê re derbare rewşa her 3 jinên Êzidî ji ANHA`ê re axivî û wiha got: ʺHemleya Xezeba Firatê ji bo tolrakirina jinên Êzidî destpê kir. Yekîneyên me di Hemleya Xezeba Firatê de gelek jin û bi taybet jinên Êzidî rizgar kirin.ʺQAMŞLOY-PJ-3-JINEN-IZIDI-RADSTI-DESTEYA-JIN-KIRIN (1)

Nesrîn Abdullah di berdewamiya gotinên xwe de got ku piştî wan 137 Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, di van hefteyên dawiyê de gurûpeke dîtir ji Êzidiyan rizgar kirin û di nava wan de her Selîme Sîdo ya ji gundê Koço, Nîdal Alî û zaroka bi navê Bêrîvan Ferman a 9 salî ku ji navenda Şengalê ye, rizgar kirin.

Di berdewamiya gotinên Nesrîn Abdullah de hat gotin ku ew jinên Êzidî yên ku rizgar kirine dewrî Desteya Jin a kantona Cizîrê dikin.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah wiha dawî li gotinên xwe anî: ʺEm weke YPJ`ê soza ku ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê ku me dayî, emê pêkbînin.ʺ

Desteya Jin a kantona Cizîrê Emîne Omer jî wiha got: ʺJi bo em her 3 jinan bighînin malbata wan em ê bi Meclîsa Êzidî ya Şengalê re têkevin nava têkiliyê û wan bidinQAMŞLOY-PJ-3-JINEN-IZIDI-RADSTI-DESTEYA-JIN-KIRIN (3) malbatên wan.ʺ

(np/dc)

ANHA