Têkilî | Derheqê me de
ANHA

YRA ji bo parastina ekolojiya herêmê dar çandin

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN– Yekîtiya Raghandina Azad (YRA) ji bo parastina ekolojiya herêmê û belavkirina çanda darçandinê li herêma Rojava- Bakurê Sûriyê dar li ser bendên kontrolê yên Hêzên Asayîşê yên Hêrama Cizîrê, çandin.CANDENIA DARA (4) (Large)

Yekîtiya Raghandina Azad bi durûşmeya”Dibe ku siya wê we biparêze” hemleya dar çandinê li ser 32 bendên kontrolê yên Herêma Cizîrê (Herêma Dêrik heyanî Herêma Serê Kaniyê) destpê kir.

Hevseokê Yekîtiya Raghandina Azad Ekrem Berekat, Şehnaz Osman, Cîgera Desteya Jin Evîn Qafûr, Raghandina Hêzên Asayîşê û Endamên Yekîtiya Raghandinê, tevlî hemleya dar çandinê, bûn.

Hevserokê Yekîtiya Raghandina Azad (YRA) Ekrem Berekat anî ziman ku wan li deriyê ketin û derketina bajar, navçe û bajarokên herêmê dar çandin û wiha pê de çû:ʺ Bi hemleyê re xwest ku çanda çandina daran li herêmê belav bibe û Hêzên Asayîşê ku li ser bendên kontrolê disekinin ji siya wan daran sûd wergirinʺ.

Di hemleyê de 65 dar li ser 32 bendên kontolê yên Herêma Cizîrê, hatin çandin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê spasiya hemû kesên ku tevlî hemleyê bûne, kir.

(bx)

ANHA