Têkilî | Derheqê me de

Zaniyarekî Îslamî: Erdogan dixwaze xwe weke sultan nîşan bide

MISTEFA DEHDÛH

GAZZA – Zaniyarê Ereb û Îslamî profêsur Cemal Ebû Nehlê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya Osmaniyan li herêmê vegerîne û hegomoniya xwe li herêmê ferz bike û got ku armanca Tirkiyeyê tunekirina Kurdan e.

Di çarçoveya helwestên li hemberî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst ên girêdayî wê li dijî welatiyên herêma Efrînê de Zaniyarê Ereb û Îslamî profêsur Cemal Ebû Nehlê ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî.XIZA-D.GAMAL

Pr. Ebû Nehlê di destpêka axaftina xwe de got ku Tirkiye hewl dide dagirkeriya Osmaniyan li herêmê vegerîne û hegomoniya xwe li ser hemû pêkhateyên herêmê weke serdema Osmaniyan ferz bike û got ku êrîşa Tirkiyeyê li dijî herêma Efrînê ti hinceteke wê tune ye û wiha anî ziman: “Armanca Tirkiyeyê tunekirina Kurdan e. Êrîşa artêşa dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê li dijî welatiyên Efrînê sûcekî giran e.”

Pr. Ebû Nehlê destnîşan kir ku Tirkiye bi van siyasetên xwe hewl dide xwe weke hêza herî xurt li herêmê nîşan bide û hevsengiya hêzên li herêmê li gorî berjewendiya xwe biguherîne û di Sûriyeyê de xwe weke Emerîka, Rûsya û Îsraîlê nîşan bide û wiha domand: “Mixabin ev çavbirçîbûna Tirkiyeyê li rex bêdengiya dewletên Ereb tê meşandin. Bêdengiya dewletên Ereb mixabin di mijara doza Qudsê de jî bû. Helwesta dewletên Ereb mirî ye.”

‘Erdogan dixwaze xwe weke sultan nîşan bide’

Pr. Ebû Nehlê diyar kir ku Erdogan hewl dide dagierkiya Osmaniyan vegerîne û xwe weke sultanê nû yê Osmaniyan nîşan bide û di vê derbarê de gelek qanûn li Tirkiyeyê derxistin û li dijî Kurdan hemleyên qirkirinê dide meşandin.

Zaniyarê Ereb û Îslamî profêsur Cemal Ebû Nehlê di dawiya axaftina xwe de got ku Tirkiye bi hemû rêbazan hewl dide xwe weke hêza herî mezin li herêmê ferz bike û weke Îranê destên xwe bixe hemû dewletên herêmê.

(jh)

ANHA