Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Zarok nexweşe û kesek nabe alîkar

Dîmen

SEMÎRE DAWÛD

EYN ÎSA-  Zarok nexweşe û derfeta dayîka wî nîne ku zarokê xwe derman bike.EYN ÎSA-REWSA KOCERA (2)

Mihemed Mûsa yek ji zarokên koçber e. Ji bajarê Hema yê Sûriyeyê ye û temenê wî 16 salî ye. Malbata wî ji ber şer ji bajarê xwe koçber bûn. Ew niha tevî malbata xwe (dê û 5 xwişkan) li kampa Eyn Îsa dijîn.

Astengdare û dayîk nikare derman bike

Mihemed nexweşe û rewşa malbata wî ya madî xirabe. Bav dev ji wan berdaye û derfeta dayîkê jî têrê nake ku Mihemed derman bike. Ji rêxistinên Mafên Mirovan jî kesek bi wan re nabû alîkar ku Mihemed were dermankirin.

Dayîk ji bo zarokên xwe xwedî bike madeyên lek û hesin ên têne firotin ji kampê kom dike û difroşe da ku zarokên xwe xwedî bike.

Dayîka Mihemed bang li Rêxistinên Mafên Mirovan û rêxistinên zarokan kir ku bi wan re bibin alîkar û kurê xwe Mihemed derman bike.

(np)

ANHA