Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Zarokên koçber ji ber tunebûna şîr birçî ne

IBRAHÎM EHMED

GIRÊ SIPÎ – Zarokên kampa Eyn Îsa  ji ber tunebûna şîr, birçî ne û metirsî hene ku nexweşî di nava wan de belav bibin.GIRE SPI-REWSA-KAMPA-EN-ISA-XIRABE-PEDIVIYEN-KOCBERAN-BI-XWARINE-HEYE1 ‫(1)‬

Bi hezaran koçberên bajarên Reqqayê û Tebqayê li kampa Eyn Îsa bi cih dibin. Zarokên kampê ji ber tunebûna şîr û madeyên xwarinê birçî ne.

Jina koçber a bi navê Hemîde Hemed dayîka 6 zarokane, da zanîn ku zarokên wê ji ber tunebûna xwarinê û cilan, tî, birçî  û tazî ne. Dayîka Hemîde wiha got: ″Divê rêxistinên mirovî yên navneteweyî bi me re bibin alîkar û pêdiviyên zarokan bi cih bînin. Ji ber mertisî heye ku nexweşî di navbera zarokên kampê de belav bibin.″

Jina bi navê Majda Elî jî dayîka dergûşê 9 mehî ye, anî ziman ku dergûşa wê ji ber tunebûna şîr birçî ye. Dayîka Majda jî bang li Rêxistinên Kar û Barên Zarokan kir ku şîr ji zarokên kampê re peyda bikin, da nexweş nekevin.

Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe, destek dane koçberanb. Lê tevî ku koçber di rewşeke dijwar de ne, rêxistinên mirovî  yên cîhanî hê vê yekê ji nedîtî vet ê.

Li kampa Eyn Îsa zêdeyî 3 hezar koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê, bi  cih dibin.

(mm)

ANHA