Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Zarokên koçber têne perwerdekirin

EYN ÎSA – Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo perwerdekirina zarokên Reqayê ku niha li kampa Eyn Îsa hatine bicihkirin, dest bi amadekariyan kir. Di vê çarçoveyê de komîteyê heta niha 2 kon ji bo zarok lê perwerde bikin, vekirin.celal eyaf

Bi armanca perwerdekirina zarokên koçber ên Reqayê yên li kampa Eyn Îsa bi cih bûne, Komîteya Perwerdê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê heta niha 2 kon vekirine û amadekariya vekirina sê konên din jî dike.

Komîteya Perwerdê wê mamosteyên ji Reqayê ku niha di kampê de ne amade bike, da ku zarokan perwerde bikin.

Li gorî agahiyên Komîteya Perwerdê wekî gava destpêkê wê zarok fêrî tîpan bibin, heta ku metiryal werin amadekirin.

Wê beşek zarokan ji sibehê heta nîvro û beşekî din jî ji nîvro heta esir, perwerde bibin.

Yek ji rêveberên kampa Eyn Îsa ya koçberên  Reqayê, Celal Eyaf destnîşan kir ku dibistanên li bejahiya Reqayê piştî çend salan careke din hatin vekirin, lê ji ber nedestekdayînê û kêm derfetiyê, vekirina dibistanan li kampê dereg ma.

Celal anî ziman ku gelek pêdivî ji bo dibitanan hene û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destekê bidin wan.

Ji bo vekirina dibistanan heta niha tu dem nehatiye diyarkirin.

(hh/kc)

ANHA