Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Zarokên Reqa dîsa diçin dibistanê

Dîmen

REQA – Zarokên bajarê Reqayê ku 4 salan ji xwendina xwe mehrûm mane dîsa berê xwe didin dibistanê û xwendina xwe temam dikin.ISA

Di her 4 salên ku DAIŞ’ê bajarê Reqayê dagir kiribû de dibistan hatibûn girtin û zarok ji mafê xwe yê perwerdeyê bê par mabûn.

Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo ku zarokên bî bajarî careke din biçin dibistanê û xwendina xwe temam bikin dest bi xebatan kiriye.

Komîteyê bi alîkariya mamsoteyan, Dibistana El-Îbai ya li taxa El-Teyar a bajarê Reqayê vekir. Heta niha hejmarek ji xwendekaran navên xwe qeyd kirine û xwendina xwe temam dikin.

Ji mamosteyên dibistanê Îsa El-Elî ji malbatan xwest ku zarokên xwe bînin dibistanê û navên wan qeyd bikin da ku xwendina xwe temam bikin.

(he)

ANHA