Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Zarokên Reqayê têne aşîkirin

EYN ÎSA – Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê dest bi aşîkirina zarokên Reqayê kir.

Bi armanca parastina zarokan ji nexweşiyan, Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê bi riya 130 navendên tenduristiyê, li gundewarên bajarê Reqayê dest bi aşîkirina zarokan kir.

Navendên tenduristiyê ji saet 08.00′ê sibehê heta 15.00′an xebatên aşîkirina zarokan didin meşandin. Heta niha zêdeyî 10 hezar zarok hatine aşîkirin.

Dê xebata aşîkirina zarokan heta 12′ê Cotmehê dom bike.

(mm)

ANHA

EYNISA-LOQAHKIRINA-ZAROKAN-LI-GUNDEWAREN-REQA1 (2) EYNISA-LOQAHKIRINA-ZAROKAN-LI-GUNDEWAREN-REQA1 (3)