Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Zêdetirî 100 zarok li ser çand û hunerê têne perwerdekirin

Dîmen

LÎNA CANKÎR

GIRKE LEGÊ – Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajaroka Rimêlan, zêdetirî 100 zarokî li ser çand û hunerê perwerde dike.GIRKE-CAND-UHUNER-PERWERDEYA-ZAROKAN ‫(117244418)‬ ‫‬

Pişt ku sala xwendine bi dawî bû û betlaneya demsala Havînê destpê kir, malbatên zarokan xwestin vê firsetê binirxînin û zarokên wan di aliyê pîşeyî de fêrî çand û hunerê bikin.

Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner a bajaroka Rimêlan pêdiviya civakê di vê mijarê de pêk anî û dest bi dewreya perwerde kir.

Navendê dewreya perwerde ya muzîk, zargotin, şano û folklorên herêmî vekir. Her beş  mamosteyên wê yên pispor hene. Di demeke kurte de, nêzî malbata 100 zarokî ew li dewreyên perwerde yên hunerî qeyd kirin. Temenê zarokên ku tevlî perwerde bibin di navbera 6-14 salî de ye.GIRKE-CAND-UHUNER-PERWERDEYA-ZAROKAN ‫(117244417)‬ ‫‬

Rêveberiya Navenda Tîgran a Çand û Huner, Husam Ezîz anî ziman ku ew dixwazin zarokan di aliyê pîşeyî de pêş bixînin  û bi riya van dewreyên perwerde zarokan fêrî çand û henera wan bikin.

Ezîz anî ziman ku zarok li gorî dilê wan li ser beşên perwerde belav kirine. Dewreyên perwerde heftê 3 rojan heye û saet 09:00 destpê dike heyanî 17:00 didome. 8 mamoste her yek li gorî pisporiya xwe xebatên perwerde birêxistin û perwerde dikin.GIRKE-CAND-UHUNER-PERWERDEYA-ZAROKAN ‫(1)‬ ‫‬

Mamoste Cîhad Şerîf ku mamosteyê şano ye, anî ziman ku ew waneyên teorî û piratîkî li ser şano didin zarokan.

Beşê muzîk û zargotine jî zarokan li ser tembûr, ûd, gîtar û piyano perwerde dikin.

Mamoste Bengîn Adem anî ziman ku zarok li beramberî perwerdeya çand û huner bi baldarî nêz dibin û zû fêr dibin.

Adem ê ku yek ji mamosteyên moral ji zarokan digre diyar kir ku ew dema dibîne zarok fêrî muzîkê dibin û dilşadin, ew bi vê yekê gelekî kêfxweş dibe.

Zarokan jî bi vê perwerde kêfxweşin û zarokê bi navê Soman Osman a ku fêrî folklorê dibe diyar kir ku ew ji foloklora kurdî hez dike û li ser vî esasî tevlî perwerdê bûye.

(np)

ANHA