Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Zêdetirî du milyon litir mazot li Eyn Îsa û gundên Reqayê hatiye belavkirin

GIRÊ SPÎ – Komîteya Sotemeniyê ya naçeya Eyn Îsa heta niha du milyon û 200 hezar litir mazot li şêniyên navçeyê û gundewarên Reqayê belav, kiriye.

Belavkirina mazotê li şêniyên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî  kantona Girê Spî ji aliyê Komîteya Sotemenî ya navçeyê ve didome.ASMAN

Komîte ku mazotê bi nirxê 65 L.S dide, heta niha du milyon û 200 hezar litir mazot li 11 hezar malbat belav, kiriye.

Derbarê mijarê de, Endamê Komîteya Sotemeniyê Abdullah El-Ziyab got ku ew rojan e 200-300 bermîlên mazot li şêniyan belav dikin û wiha dewam kir:”Pitî belavkirina mazotê li herêma Hîşê ya girêdayî navçeya Eyn Îsa bi dawî bibe, ew ê mazotê li hemû gundên Reqayê ku mazot hîn neghîştiye wan belav, bikin”.ABSIL LAH

Hevserokê Komîteya Sotemeniyê Osman Bozan jî axivî û got ku mehan e 300 hezar litir mazot li firne û aşan û 150 hezar litir mazot li mîrşgehan belav, dikin.

Hêjayî gotinê ye ku Komîteya Sotemeniyê ji 7`ê Cotmehê dest bi belavkirina mazot kir.

(kc)

ANHA

GRI SPI-ALCNA AHER TFAND (1)