Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Zelel Ciger: Hêviyên Tirkiyê ji Efrîn wêdetire

ANALİZ

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Kordînasyona TEV-DEM’ê Zelal Ciger diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk li ser Efrînê bi armanca dagirkirina herêm û û da ku careke din bighêje cîhana ereban û herêmê dagir bike. Zelal Ciger her wiha da zanên ku şervanên QSD’ê û gelê Efrînê bi berxwedana xwe wê hemû gelên herêmê ji dagirkeriya dewletaTirk rizgar bikin.

Zelal Ciger derbarê êrîşên Artêşa Tirk a li ser Efrînê û armacên wan ji vê êrîşa hovane û destpkê de pirsyara “Êrîşên Artêşa Tirk ên li ser Efrîn û gelê Efrînê çi nîşan didin? Xwestekan wan a herêmî ji dagirkirina Efrîn ê re çiye?, Ma Efrîn ne bajarekî Sûriyê û di nava xaka Sûriyê de ye? Em nikarin bêjin ku dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re ji dagirkirina Cerblusê, heta Bab û Ezazê destpêkir, û niha jî dor li ser Efrîn û Idlibê ye?”

Zelal Ciger di nivîsa xwe de her wiha got ku tiştên binperdeyê yên di itîfaqa di navbera Tirkiyê û Hikûmeta Sûriyê de de çine û wiha dom kir: “Dewleta Sûriyê Efrîn ne kir qurban, beranberî Idlibê. Bê guman lê pirs li vir xwe beriz dike, ew e çima hikûmeta Sûriyê êrîşek dagirkerî li ser xaka xwe qebûl bike ev xal gelek xalepirsan di mejiyê hemû kesî de bi xwe re tîne. Bi taybet gelê Sûriyê.

Li ser helwesta dewleta Sûriyê ya derbarê bêdengiya wê û qebûlkirina wê ku dewleta Tirk beşek ji xaka Sûriyê dagir bike Zelal Ciger nerîna xwe wiha anî ziman: “Em vê bêrêziya dîrokî ku rêjîma Esed ê bi navê yekrêzî û serweriya serokatiya Sûriyê dike. Heger tu nikaribe welatê xwe û xaka xwe biparêze, ev nabe sedema ku tu bikeve bazaran bi dijminên Tirkiyê re li dijî gelê xwe ku destpêkê li dijî Cebhet El-Nusra û niha li dijî DAIŞ’ê ku dijminatiya mirovahiyê kirin, şer dikirin.”

Derbarê hêzên cîhanî û erebî derbarê binpêkirin û êrîşên dewleta Tirk de Zelal wiha got:”Bê guman divê mirov bibêje ku di encama helwestên şaş ên hin hêzan, rê ji dewleta Tirk re hate dayîn ku bibe xeter li ser cîhanê û Rojhilata Navîn, di serî de jî Sûriyê. Gelo em pirsyarnekin ku gelê Sûriyê û dewletên ereb xelkên li herêmê ne. Kiryarên toranî yên Tirkiyê yên qirêj li dijî wan pêk hat. bi serê wan ve felaket pêk anîn, her wiha gelek êş û zehmetî bi serê wan de anîn. Timaya Tirkiyê ya ji komên çete yên piştgiriya wan dike û DAIŞ’ê dike. Timaya Tirkiya dagirker ku niha êrîşî Efrînê dike û ezaz, Cerblus û Bab dagirkiriyê, her wiha gefan li Minbicê dixwe wê li vir raneweste. Hewldanên Tirkiyê yên dagirkirina xaka Sûriyê armanca wê ew e ku xwe bighîne Welatên Şamê û şerê cîhana ereba bik, wiha jî Erdgoan xwe wekî sultanê serdema 21’ê nîşan bide. İsrar dewlea Tirk a ketina Efîrnê, ev bajarê biçûk tenê ji bo ku ji xwe re bike navenda êrîşên xwe û destpêkirina ber bi herêmên Şamê ve. JI wir jî dixwaze berê xwe bide welatên ereban wekî Urdin, Lubnan, Misr, Tunis û Erbeista Siûdiyê. Wiha jî dixwaze xwe li ser tevahiya herêmê feriz bike. Ev jî di riya piştgiriya Birayên Misliman dixwaze pêk bîne. Her wiha AKP’ê li Lîbiya û Tunisê jî ava bike û wan li wir bike desthiladar.”

Zelal Ciger her wiha da zanîn ku hemû alî Efrîn wekî bajarekî kurdî dibînin û hesab dikin û wiha dom kir: “raste ji xwe wihaye, ez jî bi vê nerîna wan re me, lê divê her kes ji aliyekî din re li Efrînê binerin. Efrîna biratiya gelan û jiyana hevebş, li kêleka kurdan pêkhateyên din jî jiyan dikin. Ereb, xiristyan û her wekî din lê jiyan dikin.”

Li ser mijar heger rêjîm karibe xwe ji dagirkiriya Tirkiyê biparêze jî Zelal Ciger wiha got: “Tiştê ku divê rêjîma Sûriyê bike ew ku opozisyona Sûriyê û pêkhateyên wê kom bike û peymanan bi Tirkiyê re pêk bîne. LI dijî dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî bajarên Sûriyê derkeve. jib o destûreke demokratîk kar û tekoşînê bide meşandin. Pirojeyên demorkatîk pêşkêş bike .”

Derbarê berxwedana Serdemê ku gelê Efrînê pêk tîn in jî Zelal got ku Efrîn ev 7 sal in li dijî hemû cûreyên metirsînan liber xwe dide û wiha dom kir:”Li dijî hemû xeterên derve liber xwe dan . LI dijî DAIŞ û Cebhet El-Nusra liber xwe dan û ji hemû gelê Sûriyê re bû mînak. Bi hezaran waltiyên Sûriyê yên ji hemû deveran berê xwe danê. Niha jî dora dewleta Tirk û komên navê xwe dikin Artêşa Azad hatiye. Ew nizanin ku gelê Efrînê bi hevgiritina gelê xwe wê karibe li dijî hemû êrîkaran liber xwe bidin.”

Zelal Ciger di dawiyê de jî got ku Berxwedana Efrînê wê hemû pîlanên Erdogan ên li dijî azadiya gelan têk bibe û wiha got: “Gelê berxwedêr ku xwe li ser esasê fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwe birêxistin kirine wê karibe çarenûsa xwe biparêze, îradeya wî heye ku ber bi avakirina civaka demokratîk û azad ve gava bavêjin û şerê ziniyeta desthiladariya baviksalaiyê bike. BI rihê fedayîyên jin ên kurd Arîn Mîrakan û Avesta Xabûr wê nehcê fedekarî û exlaqî ku bi hezaran ciwanên Sûriy êli ser dimeşin û berê xwe didin qadên şer wê biserkeve.”

(dc)