Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Zewaca bi temenê biçûk kuştina jiyanê û destdirêjiya civakê ye`

NAVENDA NÛÇEYAN- Rêxistina Sara li Iraqê rewakirina zewaca bi temenê biçûk şermezar kir û gotin:ʺ  Zewaca bi temenê biçûk kuştina jiyanê û destdirêjiya civakê yeʺ.

Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi riya daxuyaniyeke nivîskî li Iraqê rewakirina zewaca bi temenê biçûk, şermezar kirin.

Daxuyaniya Rêxistina Sara wiha ye:

ʺEm rastî êrîşên herî hovane hatin, ji gundên xwe hatin koçberkirin û mal û mulkên me hatin wêrankirin lê bele me dikarîbû ji dilê Rojavayê Kurdistanê-Bakurê Sûriyeyê zagonên jin ji şidet û tundiyê biparêze û dawî li zewaca bi temenê biçûk bîne, derxistin. Li Iraqê jî zewaca bi temenê biçûk hatiye rewakirin û dibe ku ev bi wextre bibe sedema li Iraqê biryara bisaxî kuştina jin jî were dayîn!!

Ev biryara zewaca jin bi temenê biçûk li Iraqê hatî dayîn mafên jinê binpêdike û hemû zagonên mirovahiyê ihmal dike. Em weke jinên Sûriyeyê vê yekê şermezar dikin û çanda destdirêjiya zarokan redikin. Her wiha bang li Desteya Jin a Yekîtiya Netewî û hemû rêxistinên jin ên li cîhanê dikin û bi taybet Rêxistina Mafên Mirovan a li Iraqê dikin ku dawî li tundiya li ser jin bînin.

Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî dikin ku hevbeş li dijî zîhniyeta mêr têbikoşin. Zewaca  di temenê biçûk de kuştina jiyanê û destdirêjiya civakê yeʺ.

(np)

ANHA