Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Zewicandina zarokan sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Dîmen

HELEB/QAMIŞLO- Jinên Helebê û Tevgera Jinan a Qamişlo derbarê biryara Parlemantoya Îraqa ya derbarê zewicandina zarokan de daxuyanî dan û destnîşan kirin ku ev biryara parlemantoyê sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Meclîsa Îraqê di 1’ê Mijdara derbasbûyî de qanûna zewicandina zarokên di temenê 9 saliyê de da, li ser vê yekê gelek sazî û rêxistinan nerazîbûn derbarê mijarê de dan û ev biryar şermezar kirin.

Kongreya Star li Helebê derbarê mijarê de daxuyanî da.

Daxuyanî I ber navenda Kongreya Star a beşê Rojava a Şêxmeqsûd hate dayîn. Bşdaran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên Kongreya Star vekiribûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveber a Kongreya Star aHelebê Xalîde Ebdo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de biryara pelematoya ÎRaqê hate şermezarkirin û hate gotin ku v biryar li dijî yasayên mirovahiyê ye.

Debarê heman mijarê de Kongreya Star,Rêxistinên Olî û Hiqûqî yên jinan ên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de biryara parlamantoya Îraqê hate şermezarkirin û hate gotin ku ev biryara sûcê li dijî mirovahiyê ye.

(dc)

ANHA

HLB-DAXIYANIN-KONGIRA-STAR-LI-HELEB QAMISLO-DAXIYANIN-KONGIRA-STA