Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Zimanê tekoşîn û berxwedanê ye

DOSYA

SÎPAN SILO-AHÎN BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN– Di çanda û zimanê kurdî de hîmên zindî hene. Ev zindîbûn, dikare zimanê kurdî bike yek ji zimanên bingehîn û yên herî zindî yên cîhanê. Zimanê kurdî her li beranber poltîkayên qirkirin û tunebûnê berxwedanye û resenî û hêza xwe her dem û di hemû şert û mercan de nîşan da ye. Zimanê kurdî zimanekî xwezayî ye û di hemû deman de yekser bi xwezayê ve girêdayî ye.15-GULANE-ROJA-ZIMANE-KURDIYE ‫(153027076)‬ ‫‬

Bingeha sereke ya nasname û çanda gelan ziman e. Ziman mirov bi çand, dîrok û têkiliyên wê yên bi derdorê re girêdide. Paşkatina netew bingeha xwe ji paşketina ziman digire û berevajî wê, pêşketina netewekî encama pêşketina ziman e.

Ji bo naskirna koka zimanê kurdî, pêwîste em li dîrokê vegerin, tê gotin ku eslê zimanê kurdî ji koma Hindo-Ewrupayê ye.

Lê Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya Pêncemîn a Netewa Demokratîk de vê yekê red dik, dibêje: “Şaştiyeke di nav de heye, ya rast koma zimanên çanda Arî ye. Paşê bû zimanê bingehîn ê koma zimanên Hindo-Ewropî.

15‘ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî, ye. em ê di vê dosyaya xwe de bale bikşînin ser têkoşîna zimanê kurdî li Sûriyê ku li hember siyasetên qirkirinê hate meşandin.

Gelê Kurd di demên dirêj de ji aliyê sîstemên netewdewlet ve hatibû paşguhkirin. Sîstemên şofonîst yên hakimiyeta xwe li Sûriya feriz kirine, bi hemû rê û rêbazan polîtîk yên xwe li dijî gelên ne jî netewa wan didan meşandin. Hejmareke mezin ji welatiyên kurd ji wergirtina nsnameyê mehrûm ma bûn. Zimanê kurdî di dibistanan de hatibû qedexekirin, her wiha  belavkirina pirtûkên kurdî jî qedexe bûn, navendên çandî û dibistanên kurdî tune bûn. Di saziyên fermî de qedexebû kes bi kurdî biaxive, ên dikrin jî dihatin cezakirin.

Rexmî van hamûyan jî, hewldanên pêşxistina zimanê kurdî li Sûriyê ku dîroka wê vedigere sala 1920‘an de hebûn.15-GULANE-ROJA-ZIMANE-KURDIYE ‫(153027075)‬ ‫‬

Endamê Komîteya Navendê ya Partiya Baas Mihemed Teleb Hîlal sala 1965‘an belgeyeke ji 12 bendan têkildarî herêma Cizîrê derxist. Armanc jê ew e ku erdê kurdan ji destê wan were derbixîne, siyaseta erebandin, koçberkirin û birçîkirinê li ser kurdan were ferizkirin. Ji wê demê ve gelê kurd li bermabarî ji zimanê xwe dûrxistin û erebekirinê rû bi rû ma man.

Rewşa kurdan heya sala 2002‘an de bi vê rengî berdewam kir. Pêwîstiya bi rêxistinkirina zimanê kurdî hebû.

Di Kanûna 2002‘an bi armanca birêxistinkirina zimanê kurdî. Di sala 2002‘an de li bajarê Reqqayê kongreyeke bi tevêbûna 35 kesayetên ji herêmên cuda yên Sûriyê pêk hat. Ev cara yekemîn ku civîneke bi vê rengê tê lidarxistin û biryara avakirina Saziya Zimanê Kurdî tê dayîn. Lê dîsa ev gav ne gihaşt serî. Hêzên rêjîma Baas hemû kesên ku tevlî vê kongreyê bibûn binçav kirin.

Di sala 2007‘an de, Kongreya Yekemîn a Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Kobanê hate lidarxistin, ya duyemîn di sala 2008‘an li Helebê pêk hat.

Bi pêvajoya şoreşa Sûriya ya 2011‘an perwerdeyên bi zimanê kurdî bi awayekî veşartî û dûrî çavên istîxbarata rêjîma Baas dihatin dayîn. ji ber ku di wê demê de alîgirên rêjîmê kesên zimanê kurdî belav dikirin digirtin.

Şoreşa Rojava û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê15-GULANE-ROJA-ZIMANE-KURDIYE ‫(1)‬

Di şoreşa Rojava de gelek destkeftiyên mezin di her qadan de hatin bidest xistin, di serî de di warê perwerdeya bi zimanê dayikê.

Yekem sazî ku bi destpêka şoreşê re hat vekirin, Saziya Zimanê Kurdî ye. êdî perwerdeyên bi zimanê kurdî bi rengekî eşkere li gorî koman dihat dayîn. Paşê di dibistanan de hatin dayîn, cara yekemîn li dibistanên herêma Efrîn, Kobanê û Girkê Legê dersên kurdî hatin dayîn.

Di sala 2012‘an de, Kongreya sêyemîn a Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Amûdê hat lidarxistin, ew kongre bandorke xwe ji bo pêşxistina zimanê kurdî hebû, di kongre de biryara perwerdekirina mamosteyan bi awayekî lezgîn hat girtin.

Li ser vê yekê , li seranserî Rojava akademiyên zimanê kurdî ji bo amadekirina mamosteyên zimanê kurdî hatin vekirin.

Bi îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantonên Rojava re, zimanê kurdî derbasê metreyên xwendinê hatin krin, her wiha navên gund û bajaran ku rêjîma Baas dabû guhertin vegerandin navên wan ên resen, li ailyekî din jî navend û saziyên têkildarî ziman hatin vekirin.

Bi ferehbûna qada perwerdê, pêwîst bi ferehkirina xebatên saziyê hebû, li ser vê yekê di sala 2014‘an ango di Kongreya Saziya Zimanê Kurdî de, navê saziyê veguherî Tevgera Ziman û Perwerdeyê. Tevgera Ziman û Perwerdeyê ne tenê li ser perwerdeya ziman disekinî, lê belê perwerdekirina civakê de berpirsyar bû, yek ji biryarên ku di kongre de hatibû derxistin, parastina ziman û çanda hemû pêkhateyan e.

Biryarên ku di kongre de hatin girtin, ketin meryetê de, zimanên fermî li Rojava û Bakurê Sûriyê bi rengekî fermîn li dibistanan têne dayîn, ji refa heya ya çaran ên asta seretayî her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibe.15-GULANE-ROJA-ZIMANE-KURDIYE ‫(153027073)‬ ‫‬

Peymangeh û zanîngeh têne vekrin

Di sala 2015‘an de li tevahî herêmên Rojava peymangehên amadekirina mamosteyan hatin vekirin, li Efrînê jî Zanîngeha Efrîn û sala 2016‘an  li bajarê Qamişlo Zanîngeha Rojava hate vekirin.

Li Kantona Cizîrê 14 peymangehên amadekirina mamosteyan û 5 akademî jê yek taybet bi zimanê kurdî hat vekirin, 30 saziyên zimanê kurdî hatin vekirin. Di Zanîngeha Rojava de 5 fakult bi zimanê kurdî tên dayîn.

Li Kantona Efrînê 13 peymangeh, 4 akademiyên amadekirina mamosteyan, tevlî zanîngeha Efrînê hene. Li Kantona Kobanê jî du peymangeh û akademiya amadekirina mamosteyan hene.

Li hemû peymangehan 12 hezar mamoste hatin amadekirin.

Di Kongreya Tevgera Ziman û Perwerdeyê ya 2015‘an, biryara gurhertina navê tevgerê hat girtin û êdî nav veguherî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ku li gorî têgînên netewa demokratîk û parastina hemû zimanan .15-GULANE-ROJA-ZIMANE-KURDIYE ‫(153027074)‬ ‫‬

Bi destpêka sala xwendinê ya 2015-2016‘an zimanê kurdî ji refên yekemîn heta sêyemîn di dibistanan hate dayîn û di sala 2016-2017‘an li Kantona Cizîrê heta refa 6 an, li Efrîn û Kobanê jî di her sê astan “Seretayî, Navîn û Amadehî” perwerde bi zimanê kurdî tê dayîn.

Li gorî biryarên Saziya Zimanê Kurdî ya perwerdekirina zimanê Kurdî ji derveyî dibistanan û belavkirina wê di nav hemû beşên civakê de, saziyên ziman li hemû herêm û gundan hatin vekirin. Di sala 2016‘an de saziyên ziman derdora 500 kom ji xwendekaran ji hersê astan bi dawî kirin.

Pîlansazî

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk hewl dide pêşketinên mezin ji bo belavbpna ziman û vejandina wê çêbike. Li gorî pîlansaziyên pêşerojê, amadekariyên vekirina 5 peymangehên amadekirina mamosteyan li herêmên nû hatin rizgarkirin, du akademiyên dinm, 5 zanîngehên ku bi zimanê kurdî perwerdeyan bide, têne kirin.

Her wiha, Komîteya Perewrdeya Civaka Demokratîk amadekariyên amadekirina pirtûkek ji bo asta amadehî li kantona Cizîrê li gel meteryalên Dîrok û Jeografiya tê kirin.

Çavkanî

Arşîfa Saziya Zimanê Kurdî

Arşîfa Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk

Arîşfa Desteyên Perwerde û Fêrkirinê ya kantonên Cizîrê, Efrîn û Kobanê

Ajansa Nûçeyan a Hawar

(bb/dc)

ANHA